Jûjî

sirat

navdêr
  1. Pira ku divê mirov roja qiyametê di ser re derbas bibin (gunehkar ê ji ser bikevin dûjehê û xêrker jî di ser re biborin biheştê).

    tr
    sırat / sırât

Mînak

  • Wer'a wî we reng dîn qewî kirŞer'a wî sirat mustewî kir'Alim hemî şubhê enbiya ne

Etîmolojî

Ji erebî صراط (ṣiraṭ) ji farisiya navîn sirat ji aramî סטרטא / ܐܣܛܪܛܐ (siraṭa/sṭrata) ji yûnanî στράτα (stráta) ji latînî strata (“cade”) ji stratus (niximandî) yan stratum (tebeq) ji sternō (pehn kirin, belav kirin) ji proto-hindûewropî sterh₃- (pehn kirin). Peyva almanî Straße, îngilîzî street, îtalî strada, romanî stradă, holendî straat (hemû bi maneya cade) ji eynî rehî ne û ew jî ji latînî tên. Peyva "sirat" ji Rojavayê lê fikra "Pira Siratê" ji Rojhilatê, ji zerdeştiyê ketiye îslamê, bi avestayî "çinveto piritûm = pira dadê / edaletê").

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

sirat — ferhenga kurmancî · Jûjî