Jûjî

nivîsîn

/nɘviːˈsiːn/

1.navdêr
  1. çêkirina herf an hejmaran li ser kaxezê yan kompûterê:

    de
    Schrift
    en
    writing
    nl
    schrift
    tr
    yazma

Mînak

  • nivîsîna nameyan, nivîsîna dersan, nivîsîna bi kurdî

  • Nivîsîna wê spehî ye.

2.lêkerPirjimar: em dinivîsin
  1. (bi qelemî) herf yan hejmar li ser kaxezê çêkirin, peyamek bi rêzkirina gotinan li ser kaxezê yan li ser bernameyeke kompûterê diyarkirin

    de
    schreiben
    en
    to write
    nl
    schrijven
    tr
    yazmak

Mînak

  • Ew zarok dizane navê xwe binivîse.

  • Min nameyek bo wê nivîsî.

Etîmolojî

Hevreha soranî نووسین (nûsîn), kurdiya başûrî nüsîn, nüsanîn, lekî nüsan, hewramî niwîsey, zazakî nuştene, belûçî نویسگ (niwîseg) û نبیسگ (nibîseg), farisî نوشتن (nivişten, nevişten) û rehê dema niha نویس (nevîs), partî 𐫗𐫁𐫏𐫢𐫤 (nbyşt), hexamenişî 𐎴𐎹𐎱𐎰𐎶 (n-i-y-p-i-θ-m /niyapaişam/: nexşandin, nikirandin)... hemû ji îraniya kevn *nipicát ji ni- (jêr, xwarê > nişîv, nizm) + *picát (nexşandin, reng dan) ku herwiha serekaniya van peyvan e jî: pehlewî 𐫛𐫏𐫘𐫏𐫤 (pysyt: rengdayî), avestayî 𐬞𐬀𐬉𐬯𐬀 (paēsa, /peêse/: nexş, neqş) û 𐬟𐬭𐬀𐬞𐬌𐬑𐬱𐬙𐬀 (fra-pixşta, /fre-pixşte/: boyaxkirî)... sanskrîtî पेश (péśa: nexş, ne

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

nivîsîn — ferhenga kurmancî · Jûjî