navdêr
Çarenivîs, rojgar, şans, nesîb, qismet, siûd, talih, qeder, felek.
- de
- Fügung / Geschick / Los / Schicksal
- en
- fortune / luck / destiny / fate
- nl
- geluk / fortuin / fortuinlijkheid / lot
- tr
- baht / kısmet / nasip / kut
Mînak
Bextê te hiz kim Nezerê Mêrxas, bir qareqar tê dibîne hespeke zîn kirî orta rê sekinîye bona wî.
Bextê wan reş e.
Etîmolojî
Hevreha farisî بخت (bext), pehlewî bext, avestayî bexte, sanskrîtî भक्ति (bhaktí: par, behr, beş, pişk) û भक्त (bhaktá: parvekirî, dabeşkirî) ji bej (parve kirin), hevreha √bhaj (belav kirin) sanskrîtî, hemû ji proto-hindûewropî *bʰeh₂g- yan *bʰag- (belav kirin, parve kirin) ku herwiha serekaniya beş (1. par, pişk, behr 2. vekirî, jêkvekirî, jevvekirî), pişk û bac yên kurdî ye. բախտ (bext) ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin.