Feld / Acker / Weide / Esch
- en
- farmland
- nl
- veld / akker / wei / weide
- tr
- tarla
- kmr
- Erdê çandinê; axa ku dexlûdan (genim / ceh û hwd) lê tê çandin.
Beispiele
Zeviyeke çandî; zeviyeke kêlayî; zeviyeke dirûyî / dirûtî.
Rojtira dinê xweyî xulamê xwe sibê zû radike û dişîne zevîyê biçine.
Herkunft
Ji proto-hindûewropî *dʰéǵʰōm (“ax, erd”). Hevreha soranî زهوی (zewî), kurdiya başûrî zeẅi, hewramî zemîn, farisî berê زمی (zemî) û niha زمین (zemîn), pehlewî zemîg, osetî зӕхх (zæxx), avestayî 𐬰𐬆𐬨 (zəm) û 𐬰𐬃 (zā̊), sanskrîtî ज्मः (jmáḥ) û क्षम् (kṣám), latviyayî zeme, lîtwanî žẽmė, çekî země, slovakî zem, polonî ziemia, bulgarî земя́ (zemyá) rûsî земля́ (zemlyá), latînî humus, yûnaniya kevn χθών (khthṓn), toxarî B keṃ, toxarî tkaṃ, hîtîtî 𒋼𒂊𒃷 (te-e-kán /tēkan/), albanî dhe. Cotrehê zemîn. Ji heman rehî herwiha peyva proto-hindûewropî *ǵʰm̥mṓ (mirov, mêr, "axî, kesên ji axê çêbûyî") ku serekan