Substantiv
Nagel
- en
- nail / metal / pin / brad
- nl
- nagel / spijker
- tr
- mıh / çivi
- kmr
- Madenek biçûk û zirav yê seriktûj e û bi çakûçî li daran tê kutan daku du dar bi hev ve bên asêkirin.
Herkunft
Ji proto-îranî. Hevreha farisî ميخ (mîx, mêx), tacikî мех (mêx), bextiyarî میخ (mêx), farisiya navîn mêx, sanskrîtî meyûkhe-. tirkî mıh, azerî mıx û ermenî մեխ (mex) ji zimanên îranî hatine wergirtin. Li gelek deverên Kurdistanê peyva "mîx" cih daye peyva "bizmar" ya ji erebî مسمار (mismar) ku hevreha îbranî מסמר (mesmir) ye û herdu ji rehê s-m-r- (asê kirin, girê dan) yê samî ne.