Jûjî

zo

rengdêr
  1. Du tişt yan kes bi hev re, çift

    de
    doppelt / Pärchen
    en
    pair / double / dyad / twosome
    tr
    çift / çifte

Mînak

  • Kevirên di destê min yê çepê de veşartî bêje: fer yan zo?

  • Em ji piştî şeş an deh rojên meha Remezanê re şeşek an dehek dibêjin. Bi wateya cêwî em "zo" bi kar tînin.

Etîmolojî

Ji erebî زوج (zewc: cot; mêr, hevser), têkilî zewac, zewc, zewce, izdiwac, ji aramî זוגא (zewga: cot; hevser, jin yan mêr) ji yûnanî ζυγός (zygós) (zugos: cot, du tiştên li gel hev) ji proto-hindûewropî yeug- (bi hev ve girê dan) ku herwiha serekaniya cot ya kurdî ye jî. Bo guherîna "-ew-" bi "-o-" bide ber "xox" ji erebî "xewx". Bo ketina "c" ji dawiya peyvê bide ber "gazin" ji "gazinc / gazind".

Peyvên girêdayî

Hevwate

Dijwate

Awayên din

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

zo — ferhenga kurmancî · Jûjî