navdêrnêrza/mêza
Ristikek e ku hin libên girover pê ve hene û mirov di destê xwe de dilivîne bi taybetî dema ku duayan dijimêre.
- de
- Rosenkranz
- en
- rosary, prayer beads, chaplet
- nl
- rozenkrans
- tr
- tespih
Etîmolojî
Ji erebî تسبيح (tesbîḧ, “tesbîh, pesndan[a Xwedê], sibhan gotin/xwendin”), têkilî سبحان (subḧan, “sibhan, pesn, sena, meth”) ji rehê س ب ح (s-b-ḧ-, “pesn dan, meth kirin [bi taybetî pesnê Xwedê dan”), hevreha aramî שבחא (şebaxe: pesn dan, meth kirin) û îbranî שבח (şebax: pesn dan, meth kirin), hemû ji rehê ş-b-x- yê proto-samî.