Jûjî

tiraşîn

/tˁɘɾɑːˈʃiːn/

1.navdêr
  1. jêkirina rî yan simbêlyan yan mûyên din:

Mînak

  • Vê sibê min tiraşîna riyên xwe ji bîr kir.

  • Tiraşîna pênûs bi pênûstiraşî.

2.lêker
  1. (rih yan simêl yan mûyên dî) birîn, jê kirin, kurr kirin

    de
    rasieren / hobeln
    en
    shave / plane
    nl
    scheren / schaven
    tr
    tıraş olmak

Etîmolojî

Hevrehên din yên kurmancî text, texte, textik, soranî تهخته (texte) û تاشین (taşîn), hewramî taşin, gîlekî taşten, farisî تخته (texte/textê) û تراشیدن (teraşîden), pehlewî taşîten û textek, avestayî teşte-, sogdî t'ş, sanskrîtî तक्षति (tekşeti-), rûsî тесать (têsati), yûnaniya kevn τέχνη (têxnê: necarî, hostatî > teknîk), latînî texere (vehûnandin), tēla (torr), hemû ji proto-hindûewropî *tek̂Þ- (tiraşîn). Taht, tahta û tıraş / traş yên tirkî û թախտ (taxt) û տախտակ (taxtak) yên ermenî ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

tiraşîn — ferhenga kurmancî · Jûjî