navdêr
asîd, zax, kezab, hamiz, madeyek bêreng yan jî zerve yê sojer e
- de
- Säure
- en
- acid / aqua fortis
- nl
- zuur
- tr
- asit / nitrik asit / kezzap
Etîmolojî
Ji farisî تیزآب ("tîz-ab", berê "têz-ab") ji تیز ("tîz", berê "têz": tîj, tûj) + آب (ab, “av”) anku "ava tûj/tîj", bide ber latînî aqua fortis (têzav) ji aqua (av) + fortis (bihêz, xurt). Balkêş e ku "z" di kurdî de wek xwe maye anku nebûye "j" lê "b" hatiye kurdîkirin anku bûye "v". Ev diyarde eşkere dike ku "z" wek berê di kurdî de êdî nabe "j" lê "b" hê jî dibe "v" (bo nimûne: bab > bav, xirab > xirav, kitab > kitav...). Kezav ya kurdî û kezzap ya tirkî ji eynî rehî ne lê sebebê guherîna T bi K baş nayê zanîn.