lêker
çilmisîn, çirmisîn, (gul û giya yan leş) ji ber piçek hişkbûnê xeml û geşiya xwe winda kirin
- de
- faltig werden / sich zusammenziehen / einlaufen / schrumpeln
- en
- wrinkle / droop / ruck / shrivel
- tr
- büzülüş / büzüşme / büzüşmek / kırışma
Mînak
Gumlekê min qurmiçiye, divê ez ûte bikim.
Etîmolojî
Herwehan qurmisîn, hevreh bi qermiçîn soranî قەڕمسین (qerrimsîn), kurdiya başûrî qurrmisiyan, ji teşeyeke metatez a *qurrmistin, guhertoyeke qurrmisîn (-ts = -ç-). Dawiya dawîn dibe ku hevreheke قوڕ (qurr, “herrî”) yan kirm.