Jûjî

pola

/pʰoːˈɫɑː/

navdêr
  1. stîl, madenek e ku bi piranî ji asinî û karbonê pêk hatiye, ji asinî qayimtir e lê dema kel (pirr germ) be, dikare bê veçemandin

    de
    Stahl
    en
    steel
    nl
    staal
    tr
    çelik

Etîmolojî

Herwiha pîla (kurmanciya rojhilatî), ji zimanên îranî, hevreha farisî پولاد (pûlad), pehlewî polawed. polat ya tirkî, polad ya azerî, պողովատ (połovat) û պողոպատ (połopat) yên ermeniya kevn, պողպատ (połpat) ya ermeniya nû, ܦܘܠܕ (polaḏ) ya aramî, بولاد (bûlad) û فولاذ (fulaḏ) yên erebî, ფოლადი (p’oladi) ya gurcî, פלדה (plada) ya îbrî, булат (bulat) ya rûsî ji zimanên îranî, bi taybetî ji farisî, hatine wergirtin. Navê mêran yan paşnav Polat jî ji eynî peyvê ye.

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

pola — ferhenga kurmancî · Jûjî