Jûjî

mesîh

/mɛˈsiːh/

navdêr
  1. (di cihûtiyê, filetiyê û îslamê de) Kesek e ku bi fermana Xwedê hatiye yan dê bê û xelkê bîne ser rêya rast (file bawer dikin ku Îsayê wan Mesîh e û misilman jî wê dipejirînin lê cihû bawer dikin kesek e ku hê nehatiye).

    de
    Heiland
    en
    Messiah / Christ / the Lord's Anointed
    nl
    Messias / Christus
    tr
    Mesih / mesih

Mînak

  • Meyyitan lew radikit yekser dilan yexma dikitismê e'zem ma dizanit ya mesîha ew bi xwe ye

Etîmolojî

Ji erebî مسيح (Mesîḥ) ji aramî ܡܫܝܚܐ (Mişîxa), hevreha îbrî משיח (Mesîex) ji rehê m-ş-x- (melhem lê dan).

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Awayên din

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.