navdêr
Zilamê ku di dema sinetkirina kurek da, wî kurî dide ser çokên xwe û ew kur li ser çokên wî tê sinetkirin, li gora wî kurî û li gora ferdên malbatê wî kurî . Piştî wê sinetkirinê, ew zilam û ew kur , her wisa ji ew zilam û hemî ferdên malbata wî kurî, ji hevre dibin kirîv.
- en
- godfather / godmother / godparent
- tr
- kirve / vaftiz babası
Mînak
Ez ji te ra dibejim bira, tu dibêjî min kirîv
Etîmolojî
Hevreha pehlewî kirbe, kirpek, pazendî kirpeger, hemû ji aramî ܩܪܝܒܐ (qerîva: lêzim, kesê nêzîk, birayê axretê, babê axretê), hevreha erebî قريب (qerîb: nêzîk) ku serekaniya peyva "eqrebe" ye.