Jûjî

kelemçe

/kɛlɛmˈt͡ʃɛ/

navdêr
  1. Girêdaneke ku ji du xelekên metal pêk tê ku ji bo girêdana li dor zendên kesekî hatîye dîzaynkirin, û bi zincîr an menteşeyekî bi hev ve girêdayî ye.

    de
    Handschellen / Handfesseln
    en
    handcuffs
    nl
    handboeien
    tr
    kelepçe

Etîmolojî

Herwiha kelepçe, hevreha soranî کهلهپچه (kelepçe) ji tirkî kelepçe, ji farisî کلبچه (kelebçe / kelebçê, “bend, qeyd, girê”) ji كلب (keleb, “girêk, gac, xilf, xingal, kelef”) + ـچه (“-çe, -çik”). Peyv bi eslê xwe ji farisî be jî, ew bi rêya tirkî ketiye kurdî ji ber ku di farisî de bi maneya "amûrê asêkirina destên mirovên girtî" nayê bikaranîn lê ew mane di tirkî de lê hatiye barkirin.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

kelemçe — ferhenga kurmancî · Jûjî