Jûjî

kîs

/ˈkiːs/

navdêr
  1. Tûr, telîs, torbe, çewal, tûrik, ferde.

    de
    Brieftasche / Beutel / Tasche / Tüte
    en
    bag / sack / money-bag / purse
    nl
    zak / tas
    tr
    torba / dağarcık / kese / kesecik

Mînak

  • Min ji kîsê xwe kirrî.

Etîmolojî

Ji erebî كيس (kîs), hevreha aramî ܟܝܣܐ û îbranî כיס (kîs). Peyv ji mêj ve ji zimanên samî ketiye yên îranî loma wek kîsek di pehlewî û کیسه (kîse) di farisî de jî peyda dibe lê kîsa kurdî bi ihtimaleke mezin yekser ji erebî hatiye deynkirin. Kese ya tirkî, ქისა (k’isa) ya gurcî û քսակ (kʿsak) ya ermenî bi rêya zimanên îranî ji zimanên samî hatine wergirtin. Herwiha bide ber yûnanî κύστις (kystis) > latînî cystis > îngilîzî cyst (mîzdank)

Peyvên girêdayî

Girêdayî

Awayên din

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

kîs — ferhenga kurmancî · Jûjî