Rewşa zihnî ya nebawerî û dudiliyê; nebûna piştrastiyê li ser rastî, duristî an pêkhatina tiştekî
- de
- Zweifel
- en
- doubt
- nl
- twijfel
- tr
- şüphe
Mînak
Ev xaniyê germ ji bo rojên zivistanê yên xedar bû gumana me.
Saşa îdî mezinbû, li ber dilê Karê bûbû stûn, gumana mezin.
Etîmolojî
Ji proto-îranî *vi- (“dij, cuda; dûr”) + *man- (“raman, fikirîn, hizirîn”) ji proto-hindûewropî *men- (“raman, fikirîn, hizirîn”), hevreha avestayî vîmane-, pehlewî guman, farisî گمان (guman), soranî گومان (guman), zazakî guman. Hevrehên din yên kurmancî: dijmin, raman. Herwiha hevreha sanskrîtî मनस् (menes, “raman, hiş”), yûnanî μένος (ménos, “hiş; hez”), latînî mementō (anîn bîra xwe), îngilîzî mind (hiş, raman), rusî мысль (misli, “raman, fikir, hizir”)... Bo hin nimûneyên din jî yên ku tê de hemberî "v" ya avestayî bi kurdî "g" ye, binere: gul, gur. Hevreh: guneh.