Jûjî

gamêş

/ɡɑːˈmeːʃ/

navdêr
  1. heywanek gir yê kedî û ji binemala çevriyan (bo goştê wan, cotpêkirinê û lêsiwarbûnê tên bikaranîn)

    de
    Büffel
    en
    buffalo / bovine / water buffalo
    nl
    buffel / karbouw
    tr
    manda / camız / kara sığır / tırnaklı

Mînak

  • Tu nizanî felankeso çi gamêşê herîyê ye.

Etîmolojî

Ihtimalen ji farsiya navîn (pehlewî) 𐭲𐭥𐭥𐭠𐭬𐭩𐭱 (gāwmēš), hevreha soranî گاومێش (gawmêş) (gamêş), kurdiya başûrî gamîş / gamêş, zazakî gameş, farisî گاومیش (gavmîş), bi farisiya devokî گامیش (gamîş), ji zimanên îranî, têkilî ga (bi farisî gav) û mih (bi farisî mîş) anku herfiyen "ga-mih". ܓܡܘܫܐ (gamoşa) ya aramî, جاموس (camûs) ya erebî, kömüş ya tirkî, გამეში (gamêşi) û კამეჩი (kameç’i) yên gurcî, գոմեշ (gomêş) ya ermenî, гомаш ya çeçenî... ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.