navdêr
benê nîveka findê yan fanosê ku agir pê ve tê hilkirin
- de
- Docht / Lunte / Zunder
- en
- wick / candle wick / taper / fuse
- nl
- kousje / lont / pit / lampepit
- tr
- fitil
Mînak
Heqîqet, ew fitîl e ku ronahiyê dide. Lê mecaz, ew şûşe ye ku ronahiya wê zêde dike.
Etîmolojî
Ji erebî فتيل (fetîl) ji rehê ف ت ل (f-t-l) ("hûnandin, vehûnandin"), hevreha îbranî פתיל (patîl), akadî petalu. Heman peyv ketiye gelek zimanên Rojhilata Navîn û Rojhilata Ewropayê jî: tirkî fitil, rûsî фитиль (fitîli), yûnanî φιτίλι (fitîli), romanî fitil, bulgarî фитил (fitil)...