Jûjî

din

/dɪn/

1.rengdêr
  1. dî, dîtir, başqe, peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina ku tiştek zêde yan jî cuda ye

    de
    andere / sonstig
    en
    other
    nl
    ander
    tr
    başka, diğer

Mînak

  • Ew alîkariya bêmalan û hejarên din dike.

  • Wan gelek kesên din jî li wir dîtin.

Etîmolojî

Hevreha dî, ji proto-îranî *dwitī́yah (“ya/ê duyem”), ji proto-hindûîranî *dwitī́yas (“ya/ê duyem”), ji proto-hindûewropî *dwi- (“didu, cuda”). Hevreha soranî دی (dî), farisiya navîn 𐫅𐫇𐫅𐫏 (dudî, “ya/ê duyem”) avestayî 𐬛𐬀𐬌𐬠𐬌𐬙𐬌𐬌𐬀 (daibitiia, “ya/ê duyem”), farisiya kevn 𐎯𐎻𐎫̄𐎹 (du-vi-t̄y, “ya/ê duyem”), sanskrîtî द्वितीय (dvitīya, “ya/ê duyem”), zazakî bin (“dî”), partî 𐫁𐫅𐫏𐫃 (bidî, “ya/ê duyem”), belûçî اپتی (aptē, “ya/ê duyem”), peştûyî بل (bël, “dî”).

Peyvên girêdayî

2.cînavk
  1. dî, dîtir, başqe, peyvikek rêzimanî ye bo diyarkirina ku tiştek zêde yan jî cuda ye

Mînak

  • Ev pirgirêkek e lê hê gelekên din jî mane.

  • Çendî ji we bixwazim, hindî din ji xwe bipêm.

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

din — ferhenga kurmancî · Jûjî