Jûjî

derwêş

navdêr
  1. sofî, abid, dîndarên misilman yên hejar û gerok yan yên ser bi cemaeteke îslamî ve:

    de
    Derwisch
    en
    dervish / ascetic
    nl
    derwisj
    tr
    derviş / torlak / fukara

Mînak

  • Li defê xistin, derwêşên nîvtazî li ser êgir bi porên xwe yen gijbûyî, bi lez diçûn dihatin.

Etîmolojî

Hevreha soranî دهروێش (derwêş), farisî درویش (dervîş, dervêş), tacikî дарвеш (darveş), pehlewî 𐬛𐬀𐬭𐬫𐬋𐬱 (deryoş, driyoş: feqîr, jar, nedar), avestayî 𐬛𐬭𐬌𐬔𐬎 (drigu) û 𐬛𐬭𐬌𐬖𐬎 (driγu: feqîr, jar, hewcedar, sanskrîtî ध्रिगु (dhrigu: hewcedar, nedar)... hemû ji proto-îranî. Peyv bi wateya "abidên misilman yên hejar yan gerok" ji zimanên îranî ketiye piraniya zimanên dinyayê, bo nimûne: erebî درويش (derwîş), osmanî درويش (dervîş), tirkî derviş, ermenî դերվիշ (derviš), gurcî დერვიში (derviši), hindî दरवेश (darveś), yûnanî δερβίσης (dervísis), rusî де́рвиш (dérviš), îngilîzî dervish, fransî derviche, alm

Peyvên girêdayî

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.

derwêş — ferhenga kurmancî · Jûjî