Jûjî

der

/ˈdɛɾ/

1.hoker
  1. Ne hindir, ne tê ve, ne tê de, ne di jûr ve.

    de
    äußerlich / draußen / außer
    en
    out, outside, outdoors
    nl
    buiten / daarbuiten / uiterlijk
    tr
    dışarı / açık hava / dış / hariç

Mînak

  • Dixwazim ji malê biçim der(ê).

  • Em ji der(ê) hatin hindir ji ber ku baranê dest pê kir.

Etîmolojî

Ji proto-hindûewropî *dʰwer- (“derî, dergeh, der, derve”). Hevreha soranî دهر (der) û zazakî teber. Bide ber latînî foris (derî, dergeh) û forās (der, derve), herdu ji proto-hindûewropî *dʰwer-. در (der, “derî, dergeh”) ya farisî hevreha vê ye lê در (der) bi maneya "di ... de" ne ji eynî rehî ye lê hevreha "di (tê de) ya kurdî ye û herdu ji proto-hindûewropî *enter- in, binere hindir. Bo ketina "-er" ji kurdî hemberî farisî bide ber dot (farisî doxter), ma-k (farisî mader), bira (farisî birader), pis (farisî piser)...

Peyvên girêdayî

2.navdêrmêza
  1. cih, cî, war, geh, dever, herêm, navçe

    de
    Platz / Stelle / Ort / Position
    en
    door
    nl
    deur
    tr
    yer / mekan / mesken

Mînak

  • Li kû derê?

  • Li vê derê.

Etîmolojî

Heman bi ya jorê. Bo guherrîna mehneyê bide ber gotinên wekî li wê paşê, li vî pêşî, li van navan, di van nêzan da ku hokeran ji boyî bi nav kirina cîh û wext bi kar tînin.

Peyvên girêdayî

Peyvên çêbûyî

Awayên din

Çavkanî û lîsans

Ev serpeyv ji Wîkîferheng/Wiktionary tê û bi CC BY-SA 4.0 lîsanskirî ye. Çavkanî: Wîkîferheng. Daneyên me yên jê derketî jî bi heman lîsansê tên parvekirin.