navdêr
Ava çir ya ku gewriya mirovî digire bi taybetî dema ku sarmayê mirov girtibe.
- de
- Schleim
- en
- phlegm / mucus
- nl
- slijm
- tr
- balgam / mukus / sümük / gıcık
Mînak
Tim dikuxiya û belxema di sînga xwe de davête ser xweliya menqelê, piştre xweliya menqelê davête ser tûka xwe.
Her ku belxema di qirika xwe de bi paş ve vedigerand rengê rûyê wî sortir dibû.
Etîmolojî
Ji erebî بلغم (belẍem) ji yûnanî φλέγμα (flégma) (phlêgma - "p" di erebî de nîne loma bûye "b" û "g" jî nîne loma bûye ẍ) ji φλέγω (phlêgo: sotin, şewitandin). Heman peyv wek phlegme ketiye îngilîzî û wek flegme ketiye fransî jî.